Solrazr platformeke ku ji serê pêşfirotan tên kirin.
Li ser vê platformê ji bo tevlîbûna pêşfirotanan du awa hene. Awayê yekem bi stakekirina tokena platforma Solrazrê yanî SOLR tokenê ye. Awayê duyem jî bi şiklê whitelistê ye. Ji bo tevlîbûna bi şiklê whitelistê divê di cizdana wê ya Solanayê (Phantom, Sollet hwd.) de bi kêmanî 5 heb SOLR token hebe. Hebê sol tokenê vêga bi qasî 1.50 USDT ye. Ew jî teqrîben dike 7.50 USDT. Ku di cizdana we de 5 SOLR token hebe hûn dikarin tevlî whitelistê bibin.
Di whitelistê de çendîn wezîfeyên rehet dide, wekî tevlîbûna koma Telegramê, tevlîbûna kanala Telegramê, ji ser Twitterê şopandina hesabên wan hwd. Piştî ku wê van temam kir, hûn dikarin tevlî pêşfirotanê bibin. Her kesê ku whitelistê temam kiribe heqê tevlîbûna pêşfirotanê bi dest dixe, lê di ji bo kesên ku ji qismê whitelistê tevlîbibin sîstema FCFS heye ku bi kurdî em dikarin wekî “kî pêşî were ew pêşî distîne” wergerînin.
Li ser platformê jî dixwazim van diyar bikim: Tokena Stader ku CoinList di 14ê vê mehê de ragihandibû ku wê di 25ê mehê de pêşfirotana wê li ser platforma CoinListê were kirin, berî ku li ser CoinListê were firotana ji ser platforma Solrazrê derxistibûn ber firotanê. Lê li vir divê diyar bikim ku ev platform tokenên ku wekî pêşfirotan difiroşe, ji paltformên din bi fiyeteke cuda datîne ber pêşfirotanê. Mîsalen GARI token di 18ê mehê de ji ser beşa Primelist a Huobiyê danîbûn ber firotanê.
Huobi ji bo pêşfirotanê fiyeta 1 GARI tokenê wekî 0.2 USDT diyar kiribû. Lê gava ku GARI token ji ser Solrazrê derketibû ber firotanê, fiyeta GARI tokenê wekî 0.4 diyar kiribûn. Ku fiyeta pêşfirotanê zêde bibe, ev yek jî dibe sedem ku karê mirov hindiktir be an jî mirov zerar bike. Berî tevlîbûna pêşfirotanên li ser vê platformê divê ev yek biberçav werin girtin.
Lînka platformê: solrazr.com/projects/hubble
Ji bo tevlîbûnê pêşfirotanê nivîsa rêber (bi îngilîzî): https://medium.com/@SolRazr_App/hubble-whitelist-application-process-on-solrazr-59a0571ca04e
Ji vê lînkê dikarî tokenên xwe yên SOLê bikî SOLR: https://raydium.io/swap/