Domainên Blockchainan

Domainên blockchainan çi ne?

Domain wek navê qadê tên zanîn. Mîsalen “.com” domainek e û yek ji wan domainan e ku li dinyayê herî zêde li kar e. Piştî navdarbûna projeya ENS Domainê domainên blockchain-an gelek bi nav û deng bû û çendîn projeyên din yên domainên blockchainan derketin holê.

Di vê nivîsê de em ê li ser çendîn projeyên domainê yên blockchainê bisekinin.

Çi ferqa domainên berê û domainên blockchainan heye?

Domainên blockchainan hin wezîfeyên bi cih tîne ku domainên normal nikare bi cih bîne. Çi ne ew? 1. Rehetkirina pereşandinê di qada krîptoyan de. 2. Bêsansur çêkirina malperan.

Domainên edetî ku wek DNS jî tên zanîn perçeyeke sîstemeke merkezî ne ku ji aliyê ICANN ve tê îdarekirin. Lêbelê domainên blockchainan ne daxilî vê sîstemê ne. Naveroka malperên îro di serverên merkezî yên ji aliyê şîrketên mezin ve tên birêvebirin de cih digirin. Şirketên mezin bi vî awayî dikarin domainên edetî kontrol bikin. Lê belê li ser networkên bêmerkeziyet kontrol bi temamî di destê bikarhêneran de ye.

ENS çi ye?

ENS bi navê xwe yê dirêj Ethereum Name Service (Xizmeta Navê yê Ethereumê) ye. Xizmeta ENSyê ne tenê ji bo krîptopereya bi navê Ethereumê ye. Ev xizmet ji bo hemû blockchainê li ser Ethereumê dixebite.

Ethereum Name Service sîstemeke lêgerînê ye. Agahiyan girê dide navekî. Wekî sîstema DNSê ya înternetê dişixule û îmkan dide bikahêneran ku malperan li şûna hejmaran bi navan bibînin.

Nimûneten navê avakarê Ethereumê Vitalik Buterin e. Vitalik Buterin li ser Twittera xwe navê xwe daniye “vitalik.eth“. Adresa cizdanên me yên krîptopereyan bi 0x-ê dest pê dike û bi temamî 42 karakter e, wekî: 0xa123bc4567Cd8E901234f567890g12345678h901 Gava ku hûn pere bişînin Vitalik Buterinê hûn dikarin li şûna adresa dirêj yê wekî jor, tenê “vitalik.eth” binivîsînin. Sîstema ENS domainê îmkan dide bikarhêneran ku li şûna van karakteran dirêj tenê bi çend herfan krîptopereyan bişînin bikarhênerên din. Bi vê sîstemê hûn ne tenê tokena bi navê Ethereumê, tokenên din yê li ser ERC20yê jî dikarin bişînin bikarhênerên din.

Avakarên vê projeyê ji Weqfa Ethereumê Nick Johnson û Alex van de Sande ye.

Projeya ENSyê tokena xwe derxist. Ji kesên ku berî wextê 31.10.2021ê domaineke wek .eth standine re qismekî ji tokena xwe wekî airdrop belav kir. Ji airdropa ji hin kesan re wekî pereyê xaniyê pereyekî baş hat. Piştî vê airdropê him ENS domain (.eth) him jî domainên blockchainan binavûdeng bûn.

Unstoppable Domains

Unstoppable Domains

Unstoppable Domains jî projeyeke domainên blockchainan yê wekî ENSyê ye ku pê hûn dikarin .crypto, .coin, .blochchain, .dao, .wallet, .zil û çendîn domainên din bikirin. Hûn dikarin domainên ku we standiye, li ser Openseayê deynin ber firotanê jî. Piştî ENS domainê ev proje li nav projeyên domainên blockchainan de yê herî li pêş e. Û hêj tokena xwe jî dernexistine. Yanî dibe ku ew jî wekî projeya ENSyê tokenên xwe derînin û ji bikarhênerên xwe re wekî airdrop belav bikin. Lewma ji bîr nekin ku hûn bi kêmanî yek domainekî bistînin.

Trust Domains

Trust Domains jî wekî ENSyê projeyeke domainên blockchainan e. Bi vê hûn dikarin .bnb, .defi, .cfx, .heco jî bikirin. Ev proje hêj baş nayê zanîn. Lewma hûn dikarin çendîn navên delal bi dest bixin.

Terra Name Service

Terra Name Service jî wekî ENSyê projeyeke domainên blockchainan e. Bi vê hûn dikarin .ust bikirin. Ev proje hêj zah mezin nebûye. Di vê de jî hûn dikarin hin navan bi dest bixin. Ev proje bi Luna tokenê tê kirîn û hûn dikarin tenê ji bo çend salan bikirin.

Lînk

Lînka projeya ENS domainê: https://app.ens.domains/

Lînka malpera ENS domainê: https://ens.domains/

Lînka Unstoppable Domainsê: https://unstoppabledomains.com/?ref=ef970324622f4ad

Lînka Trust Domainsê: https://app.trustdomains.org/

Lînka Terra Name Service-ê: https://tns.money/

Total
0
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Post
Huobi Primeslit

Huobi x Pêşfirotana Unbound Finance-ê

Next Post

Ji Ser Platforma Solrazrê Tevlîbûna Pêşfirotanan

Related Posts