ABORÎ BI KUR VE DIÇE ?
Îro ez dixwazim hinekî behsa aborîya global bikim. Wek hûn jî zanîn dinya di nava çend salên dawî de gelek tengasîyên dijwar kişand. Ev tengasî vê gotinî anî bîra me : ‘’hingî zadê me baş bû teyrokê jî lêda’’ Tengasîya herî dijwar jî bandora koronayê bû. Tevlî dewletên mezin hemî dinyayê xiste bin krîza xwe. Nexasim jî dewletên wek Tirkîyeyê ne mezin û ne biçûk xiste nav krîzeke mezin.
Gava em di dîrokê de rewşa Aborîya Global dirênin dibînin ku her 10 salê carekî dinya ketîye nava krîzeke mezin. Bi van krîzan aborîya hemî dewletan serobino bûye û ji pergalên aborîya dewletan re reset hatîye avêtin. Ev bu 100 sal e rewş wusa pêk hatîye. Û dîsa em dibînin ku hemî dewlet çareserîyên xwe di derpkirina pereyan de dîtine.
Di krîza vê carê de jî dîsa hemî dewlet çareserîyên xwe di çapkirina pereyan de dîtin û pereyeke pir pir mezin derp kirin, xistine pîyaseyê. Nexasim dewleteke wek Amerîkayê mezin, tenê îsal 10 Katrîlyon $ xiste pîyasê. Jibo em fahm bikin em wusa bêjin. Di dîrokê de hemî çapkirina pereyên Amerîkayê deynin ser hev 10 katrîlyon $ nake.
GELO DERPKIRINA PEREYAN TÊ ÇI WATEYÊ Û ÇI BANDOR LI PÎYASEYAN DIKE?
Derpkirina pereyan di serî de enflasyonê bi xwe re tîne. Yanî ZAM tê ser her tiştî û fîyeta her tiştî biha dibe. Ku her tişt biha dibe malîyet jî biha dibin. Ku malîyet biha dibin gelek febrîqe têne girtin. Ku febrîqe têne girtin rêjeya bêkarîyê zêde dibe. Ku rêjeya bêkarîyê zêde dibe meaş û yewmîye kêmtir dibin û xelq feqîrtîr dibe. Ku xelq feqîr dibe nikare zikê xwe têr bike û danûstandinan bike. Ku nikare zikê xwe têr bike konjonktûra sîyasî û civakî diguhere. Ku konjonktûra sîyasî û civakî diguhere qaos dertê, şer dertê, alozî dertê, nexweşî dertê.
Her wiha pîyaseyên aborîyê jî para xwe ji alozîyan distinîn û hemî endeks serobino dibin. Ku endeks serobino dibin herî pêşî bandora neyînî tê ser amûrên Menkul. Yanî Borsa, Tahvîl, Bono, Polîçe û Krîpto û hwd.
Ku di dewletekî de qaos û şer dertê ti qîmeta xanî, erd, hîsse û hwd. namîne. Lê belê çi dibe bira bibe, li ku dera dinyayê be bira bibe zêr û zîv qîmeta xwe hinda nakin û li herherî di şûna pereyan de dibin amûreke danûstandinê. Ji ber wê herkes dixwaze bi awayekî zêr û zîv û emtîayên din bidest bixe. (Di krîza vê carê de em ê bibînin ka amûreke wek Bitcoinê wê têkeve kategorîya amûrên ewle wek zêr û zîv an na?)
Belê wekî me di serî de jî behs kir aborîya dinyayê niha bi sedemên sîyasî, stratejîk û pandemîk ketîye tengasîyê û di serî de Amerîka hemî dewlet xilasbûna xwe dîsa di derpkirina pereyan de dîtin. Me encama derpkirina pereyan li jor bi zimanekî hêsan behs kiribû.
Ji ber van sedeman di pêşerojeke nêzîk de REWŞEKE QET NE BAŞ LÊVÎYA ME YE.
Senaryoya herî xurt ev e :
- Banqeya Navedî ya Amerîkayê (FED) ê perçe perçe dest bi bilindkirina faîzan bike.
- Piştî bilindkirina faîzên FEDê li gelek dewletên wek Tirkîyeyê wê dolar zêde zêde bilind bibe. Li hemberî bilindbûna dolarê dewletên din dîsa ê polîtîkayên faîzan deynin pêşîya xwe û wê herine rêya derpkirina pereyan.
- Wekî me gelek caran di dîrokê de jî dîtibû ê gelek febrîqe û kargeh ji ber bilindbûna malîyetan îflasa xwe bidin û gelek însan bêkar bimînin.
- Pereyên ku di pêvajoya Covid’e de bi desten Amerîkayê ketibûne pîyasê dîsa bi destê Amerîkayê wê werine kişandin.
- Çawa ku bi derpkirina pereyan, di pîyasê de zêdehîya pereyan çêbû û pere derbasî Borsayên Hîsseyan, Borsayên Krîptoyan û Borsayên Dovîzan de belav bû û hemî borsayan bi xwe re bilind kir, bi kişandina pereyan jî wê hemî borsa dest bi ketinan bikin û li binî bixin.
Bandora Krîzê ê çawa li pîyaseya Krîptoyan bike em nizanin. Ji ber ku pîyaseya krîptoyan her çiqas xwe îspat kiribe jî hê di destpêka jîyana xwe de ye û hê jî gelek kes prensîba şixulandina Blockchainê nizanin. Mixabin gelek kesên ku bi krîptoyan danûstandinan dikin jî nizanin. Gelo yekî ku nizanibe pereyên xwe di kîjan pergalî de razandîye, di krîzekî de wê çawa bawerîya xwe bi wê pîyasê bîne û pereyên xwe di wir de bihêle?
Kekê Rodi, keda te û destên te sax be… Te gellek bi zimanekî ku mirov fahm bike û hêsan nivîsandiye… Ez bawer im ew ê ku ne aborînas bin ji wê bi hêsanî fahm kiribin.