RSI Çİ YE ?

RSI îndîkatora/nîşaneya rêjeya kirîn û firotinê ye. Hesabkirina wî hînekî tevlîhev e ji ber wê serê xwe zêde pê re neêşînin. Ya ku divê hûn zanibin ev e. Dema RSI bikeve binê asta 30yî ev dide nîşan ku zêde firotan di wî coînê de çêbûye û îxtîmaleke mezin ê bertek bistîne, bilind bibe. Heger ew RSI derkeve ser asta 70 yî ev dide nîşan ku zêde kirîn di wî coinê de çêbûye û îxtîmaleke mezin ê bi xwar ve sererastkirinekî bike.

Carina gava kirîn zêde dibe RSI dertê ser 90an jî. Lê jiber ku hesaba RSI li gor navîna fîyet û kirînê çêdibe, her fîyet zede bibe jî bilindbûna xwe hêdîtir dewam dike. Her wusa di ketinên mezin de jî em vê dibînin.

Ji bona wê divê tenê bi şopandina RSI meriv pozîsyonan veneke. Heger fîyet hatibe ser kopal, ku hacîm jî kêm be meriv li RSI dirêne. Ka RSI jî li gor fîyetê ketîye an na? Heger RSI jî li gor fîyetê ketibe meriv wê çaxê emirê xwe yê kirînê dixe nêzîkî kopala (destek) grafîkê.

Bi kurtasî, gava RSI bikeve binê 30yî dibe ku fersenda kirînê ye, derê ser 70 yî cîyê firotinê ye.

Total
0
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Post

DOMINANCE ÇÎ YE?

Next Post

ABORÎ BI KUR VE DIÇE ?