Dîroka pereyên krîpto û dîroka Bîtcoînê li hev dixe. Meriv ecêb dimîne lê belê bingeha krîptoyan digihîje dîroka afirandina teknolojîya înternetê. Bi awayekî din meriv dikare bêje krîpto ji xwe hebûn lê bi afirandina înternetê çalak bûn. Werin em bi hev re têkevine seyareya dîrokê û binêrin ka pereyên krîpto çawa, di binê kîjan şert û mercan de derketine holê û xwe gihandine van rojan.
Di destpêka salên 1980an de camêrekî Emerîkî, bi navê David Chaum dest bi xebata sepan û nivîsbarîya krîptolojîyê dike. Dûre ev xebat jê re dibe wek armanceke mezin. Dixwaze ku bi teknolojîya krîptolojîye pergaleke danûstandinan biafirîne. Em dikarin vê armanca wî bişibînine PAYPALê. Yanî pereyên fizîkî tine lê belê bi nivîsbarîyen arîtmetîk danûstandin çêdibin. Bi rastî jî ev fikir di destpêkê de li gorî salen 80yî pir zêde fantastîk dihat. David Chaum di alîyê krîptolojîye de xwe gelek bi pêş xist û li ser mijara e-pere makaleyekê li ser înternetê weşand (1983). Chaum di sala 89an de kompanyayeke bi navê DigiCash vekir. Ev kompanya bala gelek banqe û kompanyayên din kişand û pêşnîyazên hevparîyê li Chaum kirin. Projeya Chaum ya DigiCash pir xweş bû û hêvîyên gelek kesan pir zêde ji DigiCashê hebû. Le mixabin Chaum di sala 96an de ji kompanyaya xwe qetîya. Di sala 98an de îflasa DigiCashê da û 2002an de patenta xwe firot.
2 sedemên îflasa Chaum hebûn. Sedema mezin, hê înternet di jîyana rojane de cîhê xwe tam negirtibû. Sedema duduyan jî Chaum pêşnîyazên kompanyayên mezin ên wek Microsoft, Bank of America, HSPC qebûl nedikir.
Pişti DigiCashê 6 sal derbas bûbû ku krîzeke global, bi navê “Krîza Mortgage” li hemî dinyayê peyda bû (2008). Krîza Mortgage ji zêdetirbûna pêwîstîya xwarinên zîreî derket û di demeke kin de bû sedema bihabûna fîyeta her tiştî. Piştî ku fîyeta her tiştî zêde bû li hemî dewletên dinyayê, banqeyên navendî yên dewletan pereyekî pir zêde derp kirin û xistine pîyaseyê. Vê carê jî di pîyaseyê de pereyekî zêde çêbû lê qîmeta pereyan nemabû (Hiper Enflasyon). Ji ber bêqîmetîya pereyan, gelek banqeyan îflasa xwe dan. Lewra banqe, bi rêjeyeke kêm gelek kredî dabûne xelkê. Yanî rêjeya faîza banqeyan mînak %10 be bêqîmetîya pereyan %400 bû. Ev krîz heta 2010an dewam kir.
Di ve navberê de nivîsbarekî bi navê SATOSHI NAKAMOTO bi bandora Krîza Mortgagê di sala 2009an de makaleyekê nivîsand û li ser sepanekî înternetê bi navê “Reddit” de weşand. Di vê makaleyê de cara yekem behsa BITCOINê kir. Li gorî Satoshi, pereyên fizîkî êdî qewlê xwe qedandine û divê bi awayê P2P yanî di navbera 2 kesan de pergaleke nû were afirandin ku ti kes (weke di Kriza Mortgage de jî hatibû dîtin) nikaribe li gor serê xwe pereyan der bixe, têxe pîyaseyê û bibe sedema enflasyonê. Alternatîva Satoshi pergala Blockchaînê bû.
Related Posts
Bîtcoîn Çi ye?
Bi kurtasî em dikarin bêjin Bîtcoîn, pergala teknolojîya Blockchaînê bikar tîne. Weke ku berê jî me behs kiribû,…
Blokchaîn çi ye? Bi kêrî çi tê?
Blockchaîn bi wateya xwe “Zincîrên Giredayî” ye. Prensîba wa yê şixulandinê bi awayê krîptolojîyê ye. Teknîka vê şixulê…