Blokchaîn çi ye? Bi kêrî çi tê?

Blockchaîn bi wateya xwe “Zincîrên Giredayî” ye. Prensîba wa yê şixulandinê bi awayê krîptolojîyê ye. Teknîka vê şixulê wisa ye: Zanyarîyên danûstandinan, di nava kodan de tê nivîsandin û ev kod bi zincîran ve tê girêdan. Di Blockchaînê de her 10 deqeyê carekî zincîreke nû tê vekirin û bi zincîra kevin ve tê girêdan. Yanî her kî danûstandinekî bike ew danûstandina wî dibe kodek û bi zincîra danûstandina berîya wê danûstandinê ve tê girêdan. Bi awayekî din em dikarin Blockchaînê herî zelal bişibîninin ‘Lênûsên dikandaran ê pir alî. Mînak Rodî çû dikana Apê Hecî Emîn û 2 heb Petito kirî. Ev dibe kodek wek 00000035uaE8HÖS45ASL1288SD4OL23EW. Apê Hecî Emîn vê kodê di Lênûsa xwe de dinivîsîne. Dû re Mihyedîn diçe dikanê û 3 kîlo bacanê sor, 2 kîlo bacanê reş û kîloyek îsot dikire [Herhal wê tirşik çêke 🙂 ]. Apê Hecî Emîn li ser vê koda Rodî tîpekî zêde dike û koda Mihyedîn jî tevlî vê kodê dike. Ev kod dibe 00000035uaE8HÖS45ASL1288SD4OL23EW+q. Apê Hecî Emîn bi vî awayî 10 deqeyê carekî lênûseke nû vedike, li lênûsa ku xilas dibe ji bona careke din neyê vekirin qefil dixe û ji bona kesek nikaribe bi zincîrên danûstandinên kevin bileyze, bi pênûsa mûrekkeb dinivîsîne. Bi vî halî pergaleke ewle xuya dike lê ne bes e. Me di serî de gotibû lênûsên dikandaran ê pir alî.

Îca pir alî çîye?

Em bejin 100 milyon kesên wek Apê Hecî Emîn wan danûstandinên me bi hev re tomar dike û bi hev re tevlî zincîran dike. Di Blockchaînê de jî, vî karê Apê Hecî Emîn nivîsbarîya kombersên (computer) çar deverên dinyayê dikin. Her kî di pergala Blockchaînê de zanyarîyekî, kodekî, pereyekî, şîfreyekî bişîne dereke din, hemî kombersên dinyayê wî şandinîya wî dikine kodek û tevlî zincîrên kevin ve dikin. Yanî eger Apê Hecî Emîn şaş binivîsîne jî Apê John, Apê Tommy şaş nanivîsîne. Bi kurtasî em dikarin Blockchaînê wusa pênase bikin.

Total
0
Shares
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Post

Pereyên krîpto kengî û çawa derketin pîyaseyê?

Next Post

Bîtcoîn Çi ye?

Related Posts