Bîtcoîn Çi ye?

Bi kurtasî em dikarin bêjin Bîtcoîn, pergala teknolojîya Blockchaînê bikar tîne.
Weke ku berê jî me behs kiribû, nivîsbarek bi navê SATOSHI NAKAMOTO di sala 2009an de makaleyekî diweşîne û di makaleyê de behsa Blockchaîn û Bîtcoînê dike. De werin îca em lê birênin ka Bîtcoîn çî ye?
Bîtcoîn, di navbera têkilîya hemû kombersên dinyayê de, bi pergala nivîsbarîyê, kodên şîfrekirî ne. Hejmara wan kodan dîyar in û zêde nabin. Ji ber ku navendeke Bîtcoînê tine, heta ku yek kombers li dinyayê bimîne ji alîyê ti kesî ve nikare were kontrolkirin û jêbirin. Hejmara Bîtcoîne dîyar e, kesek nikare hejmara wan kêm û zêde bike, ne girêdayî ti dewletî, ne jî girêdayî ti banqeyê navendî ye û meriv dikare bi hêsanî ji hev re bişîne. Ev taybetmendîyên Bîtcoînê wî dike amûreke danûstaninê yê balkêş.
Bîtcoîn gava nû derketibû ti qîmeta wî tinebû. Ciwanen kombershez wek hobîyekî kolana Bîtcoînê dikirîn û ji hevre dişandin. Hetta li ser vê, mijarek jî qewimîbû. Di
22yê gulana 2010an de xortekî bi navê ‘Laszlo Hanyecz li ser forumekî înternete nivîsek nivîsandibû. Digo ‘Ez dixwazim bi 10.000 Bîtcoînê 2 pizza bikirim, kî difroşe min?” Xortekî din jî pîzzayên ku bi 25$a ji xwe re kirîbû firote Laszlo. Di dîrokê de danûstandina bi Bîtcoînê ya yekem ev mijar tê hesibandin.

Total
0
Shares
1 comment
Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Previous Post

Blokchaîn çi ye? Bi kêrî çi tê?

Next Post

Hevpeymana CHZ û NBA !

Related Posts